PeyamaKurd -
Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Nû yê Rûsyayê li Hewlêrê Merat Rejbedînovli Pîrmamê civînek hat lidarxistin.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê dilxweşiya xwe ya ji bo destbêkarbûna li Herêma Kurdistanê diyar kir û bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê de.
Wî rola Barzaniyê Nemir di kûrkirina dostaniya her du aliyan de bilind nirxand û tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo geşepêdana peywendiyan di warên cuda de kir. Konsulê Rûsî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke taybet e ji bo Rûsyayê û rola Herêma Kurdistanê di aramiya Iraq û herêmê de nirxand.
Serok Barzanî jî pîrozbahî li Konsulê Nû yê Rûsyayê kir, piştgiriya xwe ji bo cîbicîkirina erkên wî ragihand û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê de wekî dîrokî, xurt û dostane bi nav kir û daxwaza berfirehkirina van têkiliyan kir.