PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 23yê Îlonê pêşewazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkên xwe serdana wî kiribû.
Di civînê de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê de hat kirin.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê ku ji bo bidawîhatina erkên xwe û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû rêz û hurmetên xwe bo rola Serok Barzanî di dostanî û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û welatê xwe de diyar kirin.
Konsulê Rûsî, ezmûna karkirina xwe li Herêma Kurdistanê wekî nimûneyî pênase kir û spasiya Serok Barzanî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir, ku di dema karkirina wî de bo biserxistina karên wî hevkar û alîkarên wî bûn.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê ragihand ku Herêma Kurdistanê bo Rûsyayê xwedî pêgeheke taybet e û di hevkêşeyên Iraq û deverê de herdem cihê girîngiyê bûye.
Serok Barzanî jî spasiya rola Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê di pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kir û daxwaza serkeftinê di erk û karên wî yên nû de bo wî kir.
Di civînê de, tekezî li ser peywendiyên dîrokî û dostaniya kevnar a di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê de û berdewamî û xurtkirina wan peywendiyan hat kirin.