Fewzî Harîrî û Konsulê Giştî yê Rûsyayê Maxim Rubin civiyan

Fewzî Harîrî û Konsulê Giştî yê Rûsyayê Maxim Rubin civiyan

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Harîrî, pêşwazî li Qonsulê Giştî yê Rûsyayê ê li Hewlêrê Maxim Rubin kir.

PeyamaKurd - Di hevdîtinê de, peywendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê û rêyên berfirehkirina hevkariya di qadên cihêreng de bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Di berdewamiya civînê de, her du aliyan bala xwe dan ser rewşa giştî ya Iraqê û geşedanên dawî yên li ser asta herêmî.

Fewzî Harîrî û Maxim Rubin tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalogê, peywendiyên dîplomatîk û xurtkirina hevahengiyê ya di navbera aliyan de kirin daku aramiya herêmê were parastin.