Rûsyayê li tesîsên enerjîyê yên Ukraynayê xist

Rûsyayê li tesîsên enerjîyê yên Ukraynayê xist

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku wan bi şev cihên enerjî, lojîstîk û benderê ku hêzên Ukraynayê bi kar tînin, kirin hedef.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, depoyeke bateriyan li bajarê Belaya Tserkivê ya li herêma Kîevê ku pêdiviyên leşkerî-pîşesaziyê ya Ukraynayê dabîn dike, keştiyek barhilgir li bendera Odessayê û kombûneke leşkerî li bajarê Dmytrovo yê herêma Zaporizhzhia bi bombeya hewayî ya rêberkirî ya VAB-3000, her wiha stasyoneke şaxî ya enerjiyê li nêzîkî bajarê Sumy yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê bi bombeyên VAB-500 bun armanc.

Tê payîn ku bi armanca domandina hewldanên bidawîkirina şer, di 10 û 11î Mijdarê de li Ebû Dabî hevdîtinên sêalî di navbera DYA, Rûsya û Ukraynayê de pêk werin.

Rayedarên Amerîka, Ukrayna û Ewropayê li Brukselê civiyabû. Di civînê de garantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê û pêdiviyên ji nû ve avakirin û fînansekirina wê heta sala 2027‘an, bi beşdariya nûnerên NATO, Yekitiya Ewropa, Banka Cîhanî û koma veberhênanê ya BlackRock hatin nîqaşkirin.