PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Rûsyayê li herêma Donetskê 2 bajarok kontrol kirine.
Wezaretê da xuyakirin ku hêzên wê gihîştine bajarokên Pavlovka û Fedorovka yên Donetskê û destnîşan kir ku yekîneyên ji Koma Başûr û hêzên din beşdarî operasyonan bûne.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê li deverên cuda yên Donetskê pozîsyonên nû ava kirine û operasyonên hedefgirtinê li dijî hêzên Ukraynayê pêk anîne. Hate diyarkirin di encama operasyonan de qurbanî û windahiyên madî yên hêzên Ukraynayê çêbûne.
Wezaretê ragihand ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di heman wextê de 6 moşek û 365 dronên Ukraynayê asteng kirine.