PeyamaKurd –Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, lîsteya hişyariyê ya ji bo rêwîtiyê nû kir û ji roja Sêşemê vir ve bi qasî 100 dewlet xist asta çaran ya ‘‘rêwîtiyê nekin.’’
Li gor lîsteya Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, li Kanada, Brîtanya, Fransa, Meksîko û Almanya, rîska vîrusa Korona pir bilind e.
Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, di serê hefteyê de dabû zanîn ku şewba vîrusa Korona ‘‘rîskeke bêhempa’’ çêkiriye û ragihandibû ku ew ê ji bo ji sedî 80 dewletên cîhanê, hişyariya ‘‘rêwîtiyê nekin’’ ragihînin.
Berî roja Sêşemê, 34 dewlet di kategoriyê ‘‘rêwîtiyê nekin’’ de bûn, lê ew hejmar niha 131 e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin