Îran li Erbîl û Bahreynê xist, Amerîka jî li Şîrazê xist

Îran li Erbîl û Bahreynê xist, Amerîka jî li Şîrazê xist

PeyamaKurd – Artêşa Îranê bi İHA û fuzeyan li Erbîl û Bahreynê xist. Li Erbîlê li hewa gelek teqîn çêbûn, 3 dronên întîxarê û fuzeyekî Îranê, bi lêdana Patriotan yên ji baregeha hewayî ya Erbîlê, li hewa hatin xistin.

DYAyê, ji hewa de li bajarê Şîrazê yê Îranê xist û di pey lêdanê de, şewateka mezin çêbû. Balafirgeha navdewletî ya Erbîlê ji bo demekî ji seferan re hat girtin.

Li Bahreynê jî dewam hawar lê da rayedar xwestin ku welatî xwe bidin ciyên bi ewle. Nehat ragihandin bê encama fuzeyên ku avêtin Bahreynê çawa bû.