PeyamaKurd - Tevgera Talîban a Afganistanê li ser daxwaza mayîna li Afganistanê ya Tirkiyê hişyarî da.
Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhallah Mucahid ji rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdî re derbarê mijara mayîna hêzên Tirkiyê li Balafirgeha Kabûlê de, diyar kir ku divê hemû hêzên biyanî terka Afganistanê bikin û got, Tirkiye ji beriya 20 salan ve bi NATOyê re li Afganistanê ye û heger niha bixwaze bimîne, ew ê wekî dagirker bimîne.
Mucahid destnîşan kir ku wê demê ew ê Tirkiyê wekî dewleteke dagirker bihesibînin û li dijî wê tevbigerin.
Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhallah Mucahid herwiha got ku di navbera wan û dewleta Tirk de xalên hevbeş hene, lê heger ew ji bo parastina balafirxaneya Kabûlê bimînin, ew ê wê berpirsyariyê rabikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin