PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê êrîşa şeva borî ya hêzên asmanî yên Amerîkayê bi ser baregehên Heşda Şeibî de daxuyanî da.
Ofîsa Kazimî êrîşa ser milîsên Îran piştevaniya wan dike şermezar kir û got, ew binpêkirineke eşkere ya ser serokatiya Iraqê ye.
Mistefa Kazimî daye xuyakirin: "Iraq red dike ku bibe qada hesabxwestinê."
Kazimî herwiha di daxuyaniyê de, banga rawestandinê û dûrketina ji hemû cûreyên şer kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin