PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku ji bo parastina keştiyên bazirganî wan keştiyeke din a bi navê HMS Defender şandiya bihura Hurmuzê.
Wezaretê ragihand ku dê keştiya HMS Defender a Qralîyeta Yekgirtî bo parastina keştiyên bazirganî kar li Rojhilata Navîn bike.
Wezarî Berevaniya Brîtanyayê jî ragihand ku ew amade ne li hemberî her cure xeteriyan azadiya deryavaniyê biparêzin.
Keştiya HMS Kent jî 12ê Tebaxê ji bo heman erkê ji Brîtanyayê derketibû û derbasî kendava Basrayê bûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin