Pêsmerge li dijî DAISê operasyon pêk anî: 10 kes hatin girtin

Pêsmerge li dijî DAISê operasyon pêk anî: 10 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Operasyona hêzên Pêşmerge û Asayîşa Germiyanê hatibû destpêkirin hat encamdan.

Li gorî ragihandina hêzên Pêşmerge li navçeya Guleco 10 kes bi gumana zanyarî dane terorîstên DAIŞê hatine girtin û hejmareke çek û teqemeniyan jî hatiye desteserkirin.

Rêveberê Hêza Tevgerê ya Asayişa Germiyan, Casim Mihemed derbarê operasyonê de got ku wan lêgerîn û pişkinîna xwe li hemû deverên wê navçeyê pêk aniye ku wê lêgerînên wan ên li wan cihên din ên metirsiya DAIŞê heye jî berdewam bikin.

Li gorî zanyariyan 10 kesên hatine desteserkirin xwe weke cotkar nîşan dane, lê belê bi çekên xwe li ‘navçeya qedexekirî ya şer’ hatin girtin.

Asayîşa Germiyanê guman dike wan kesan hevkariya DAIŞê kiribe û niha lêkolîneke bi hûrî li ser wan tê kirin.

Herwiha fermandarekî Pêşmerge bi navê Şêrko Hemesalih, jî diyar kiriye ku DAIŞê taktîka xwe guherandiye û ew kesên xwe cotkar nîşan dane jî guman heye çekdarên DAIŞê bi xwe bin.

Li gorî zanyariyariyan di lêgerîn û pişkinîna hêzên operasyonê yên asayişa Germiyanê, lîwaya 5 a Şarezorê, lîwaya 16 û dezgeha îstîxbaretê de zêdetirî 10 cih ji bo danîna xalên nû yên leşkerî hatine nîşankirin.

Herwiha di operasyonê de balafirên keşfê yên hevpeymaniyê jî piştgirî dane hêzên operasyonê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin