Nêçîrvan Barzanî, salvegera PSDKê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî, salvegera PSDKê pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 47mîn salvegera damezirandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mihemed Hecî Mehmûd kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de bal kişand ser rola PSDKê û peyama xwe bi vî awayî arasteyî Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd kir:

“Bi rastlêhatina 47mîn salvegera damezirandina PSDKê, ez gerimtirîn hestên xwe yên pîrozbahiyê pêşkêşî Sekreterê giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd, endamên Mekteb Siyasî, Civata Serokatiyê û tevahiya endam û alîgirên partiyê dikim.

Em bi rêzdarî ve li xebat û qurbanîdana PSDKê ya ji bo azadî û rol û beşdariya vê partiye ya di nav prosesa siyasiya ya Herêma Kurdistanê de dinirxînin û wekî her demê, em ji bo parastina maf û destkeftiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê, li ser yekrêzî û hevkariya navbera tevahiya aliyên siyasî tekeziyê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin