PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 262 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 saetên borî belav kir û diyar kir, 262 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 23 kes li Hesekê, 72 kes li Qamişlo, 40 kes li Dêrikê, 8 kes li Girkê Legê, 2 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Rimêlan, 2 kes li Cil Axa, 7 kes li Amûdê, 17 kes li Kobanî, 57 kes li Reqayê, 21 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê, 3 kes li Şehbayê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîştiye 25018 kesan, ji wan 2066 kes baş bûne û 842 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin