Çîn: Em pistgiriya parastina serwerî ya Îranê dikin

Çîn: Em pistgiriya parastina serwerî ya Îranê dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di pêwendiya telefonî ya ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Alî Baqirî de ragihand ku ew li gorî yasayan piştgiriya parastina serwerî, ewlekarî û rûmeta Îranê dikin. 

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di pêwendiya telefonî ya ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî de got: "Em li gorî yasayên navneteweyî piştgiriyê didin parastina serwerî, ewlehî û rûmeta Îranê ya neteweyî. Em amade ne ku ji bo aştî û aramiya herêmê  alîkariya Îranê bikin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Çînê, di hevdîtinê de Wang Yi ji Baqirî re wiha gotiye:

"Çîn piştgirîya parastina rewa ya serwerî, ewlehî û rûmeta neteweyî ya Îranê dike. Em amade ne ku alîkarîya hewldanên Îranê yên ji bo parastina aştî û aramiya navçeyê bikin û bi Îranê re di pêwendîyên nêzîk de bimînin."

Wang Yî careke din kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Haniye şermezar kir û diyar kir ku ev hêriş serweriya Îranê binpê kiriye û aramiya herêmê xistiye xeteriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin