PeyamaKurd - Îro ji serê sibê ve li hejmarek gundên ser bi Til Temirê ve, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û hêzên Tirkiyê de destpê kiriye û heya niha jî berdewam dike.
Li gor zanyariyên berdest, li gundên Til Menax, Dirdare, Qasimiye û Reşîdiye yên li bakurê Til Temirê şer û pevçûnên dijwar di navbera komên nêzîkî Tirkiye û HSDê de rû dane.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê îdia kiribû ku bi navbeynkariya Rûsyayê li Til Temirê agirbest di navbera Tirkiyê û HSDê de hatiye ragihandin lê ev îdia ji aliyê HSDê ve hatibû redkirin.
Piştî van îdiayên ji duh hêvarê ve li herêmê bêdengiyek hebû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin