PeyamaKurd- Wezîrê ragihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Cahit Turhan ragihand ku wan weke dewlet tedbrîran bo êrîşên sîberî girtine. Turhan weha got:
“Me bo mudaxeleya êrîşên sîberî Navenda Mudaxeleya Êrîşên Sîberî ava kir. Em li navendê pêşî li êrîşan digrin. Bi taybetî ew êrîşên ku bo rêxistinên me yên fînans, yên malên giştî û rêxistinên ewlekariyê tên. Em her roj pêşî li dora 500 êrîşan digrin.”
Wezîr got ku dirêjahiya xettên me yên fîberê 350 hezar km ye û dê din av salê de bibe 500 hezar km.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin