PeyamaKurd - Li Reqa û Tebqayê komeke razayî ya DAIŞê hate girtin ku bi encamdana 14 kiryarên teqandin û terorkirinê têne tometbarkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya çalakiyên xwe yên paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞê de dest bi operasyona xwe ya duyemîn kir.

Di wê operasyonê de 6 endamên rêxistina DAIŞê hatin girtin û ew her şeş kes bi wê yekê têne tohmetbarkirin ku ku li dijî kesayetiyên herêmê bi teqînan û êrîşên terorîstî rabûne, vê dawiyê jî hewla kuştina Serokê Encûmena Lihevhatinê ya Eşîran li Tebqayê dane.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, Ebû Mihemed El Humsî rêberiya wê grûpê dikir û wan 14 bûyerên teqîn û hedefgirtina şervanên HSê li Reqa û Tebqayê pêk aniye.
Herwiha hat ragihand ku Ebû Mihemed El Humsî li xwe mukur hat ku çawa wan çek û madeyîn teqemeniyê peyda dikin û ji êrîş û çalakiyên kuştinê re plan pêk dianîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin