PeyamaKurd - Namzedên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Binali Yildirim di bernameyeke televizyonî de hatin pêşberî hev.
Namzedên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê (IBB) ê Tifaqa Millet Ekrem Îmamoglu û namzedê Tifaqa Cumhur Binali Yildirim di bernameyeke televizyonî de bo cara ewil hatin pêşberî hev û pirsên Îsmail Kuçukkaya bersivandin.
Herdu namzedê IBByê, Ekrem Îmamoglu û Binali Yildirim beriya hilbijartinê bi moderatoriya rojnameger Îsmail Kuçukkaya li Navenda Çandê ya Lutfu Kirdar bo cara ewil hatin pêşberî hev.
Di bernameyê de hilbijartinên 31ê adarê û pevajoya piştî û hilbijartinên 23ê hezîranê hatin gotubêjkirin. Herdu namzedan jî zêedtir soz û weidên aboriyê derxistin pêş.
ÎMAMOGLU: EM DÊ LI TAXÊ DEMOKRASIYÊ DABÎN BIKIN Û PAŞÊ LI WÊ SEMTÊ Û LI WÎ BAJARÎ
Li ser pirsa ‘gelo wekî birayekî we yê kurd dengê xwe bidim kîjanî ji we, Çima?’
Îmamoglu got, “Dema em behsa jinan, dayîkan, zarokan, bêkaran dikin em nabêjin tirk û kurd, em dibêjim welatiyên min, hemşeriyên min. 16 milyon hemwelatiyên Stenbolê hemwelatiyên min in. Em dê partizanyê ji nava şaredariya biavêjin, li vî welatî wê dawî li partîzaniyê were; partî navgîn in ne armanca in. Dibe ku ji hinan bûbûn armanc lê ji bo me navgîn in. Partî ji bo xizmetguzatiyê navgîn in. Di nava vê de hemwelatiyên me yên Saadetî jî hene û MHPyî jî jî hene û bêguman yên HDPyî jî hene. Em tên ku zarokên li Kadikoyê û Bagcilarê bibin wek hev. Dema em Tarîfa zarokan dikin li kok û nijada wan nanihêrin. Hûn dizanin, aştî, wekhevî û azadî kengî destpê dikin? Ji Taxê; ne ji malbatê lê ji taxê destpê dike. Em dê li taxê demokrasiyê dabîn bikin û paşê li wê semtê û li wî bajarî. Dema ev yek pêkanî, tu pirsgirêka kesî namîne.”
YILDIRIM: BEYÎ KU EM FERQIYÊ BIXIN NAVA HEMWELATIYAN ME XIZMETA GELÊ XWE DIKIN
Yildirim bersiva heman pirsê da, “Çi li Stenbolê û çi jî Tirkiyê dema em xizmetê dikin, ev 16 sal e ku ez xizmeta vî gelî dikim. Dem xizmetê dikin em li nijad û baweriya hemwelatiyan nanihêrin. Em bi heman awayî xizmeta hemû hemwelatiyên xwe dikin. Prensîba me ev e. Beyî ku em ferqiyê bixin nava hemwelatiyan me xizmeta gelê xwe dikin û ji niha û pê ve bi heman awayî xizmetê bikin.”
MIJARA PENABERAN SÛRIYEYÊ
Îmamoglu: Ez helwestên neyînî yên li dijî penaberan qebul nakin. Çênabe em bêjin bila xelkê Sûriyeyî neçin plajan. Em dê ji bo penaberan desteyeke nû ava bikin.
Yildirim: Dem şerê Sûriyê destpê bikir, welatî koçber bûn û me jî deriyê xwe ji wan re vekir. Ji bo wan xizmetên tenduristiyê û perwerdeyê tên dayîn lê di vê xelekê de raya giştî ya navdewletî piştgiriyeke baş nedan. Di bin banê şaredariyê de dezgehekî li ser penaberan heye û dikare were xurttirkirin.
Ekrem İmamoğlu: Bugün vaat verme pozisyonu bize aittir.
— Evrensel Gazetesi (@evrenselgzt) 16 Haziran 2019
Binali Yıldırım: Ben de belediye başkan adayıyım
Ekrem İmamoğlu: Siz 25 yıldır yönetimdesiniz zaten https://t.co/oRo3x9u62o
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin