PeyamaKurd – Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu ku 5 roj berê parlamenteriya wî hatibû xistin û li nav Parlamentoya Tirkiyê dest bi ‘Nobeta Edaletê’ kiribû, îro danê sibehê ji aliyê polîsan ve dema diçû destmêjê bi zorê hat binçavkirin.
Beriya ku Gergerlîoglu were binçavkirin, Serokê Partiya Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî û şirîkê hikûmeta AKPê ye, ew hedef nîşan dabû û daxwaza derxistina wî ji parlementoyê kiribû.
Hat ragihandin ku îro 21ê Adarê berê sibehê Gergerlîoglu di roja 5an a Nobeta Edaletê de, dema diçû destmêjê li nav parlamentoyê ji aliyê polîsan ve bi zorê hatiye binçavkirin.
Mafparêz Gergerlîoglu li ser parvekirina twîtekê hatibû cezakirin û piştî biryara li parlementoyê hatibû xwendin parlementeriya wî hatibû betalkirin.
Gergerlîoglu piştî wê biryarê gotibû, heta ku serlêdana wî ya Dadgeha Destûra Bingehîn encam bide ew dê li nav parlementoyê Nobeta Edaletê bigire ku gelek piştgirî bo wî hatibû dayîn.
Li ser vê biryarê Yekîtiya Ewropa û Amerîka di serî de gelek welatan bertek nîşanî deshilatdariya Tirkiyê dane ku di warê demokrasî û mafê mirovan de bûye sedema paşketinê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, berî niha bi 27 salan jî li Tirkiyê parlamenterên Kurd ên DEPê bi zora polîsan ji parlementoyê hatibûn derxistin û girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin