PeyamaKurd – Serokê Jûra Sanayiya Parastinê ya Serokomariya Tirkiyê Îsmaîl Demir, derbarê radestkirina pergalên moşekên parastina esmanî yên Rûsî S-400an de daxuyanî da.
Demir li ser nîqaşan got ku dê hefteya pêşiya me sewqiyata S-400an bê kirin û wiha pê de çû:
“Dema hefteya pêşiya me hatin, hûnê bibînin. Serokomarê me tarîxek dabû. Hefteyek ji meha Tîrmehê derbas bû. Em dikevin hefteya diduyan. Hûnê hefteya pêşiya me rewşa S-400an bibînin.”
Demir li ser dorpêçên Amerîkayê jî diyar kir ku dorpêçên Amerîkayê ne tiştekî veşarî ne, lê her çiqas em zehmetiyê bibînin jî di encamê de, wê ewlekariya me bihêz bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin