PeyamaKurd – Şahê duyem ê Urdunê Şah Abdullah di hevpeyvîneke ligel France 24ê de metirsiya li başûr û rojhilatê Sûriyê ji nû ve zindîbûna DAIŞê anî ziman.
Şah Abdullah di wê hevpeyvînê de got, terorîstên DAIŞê bi ser Tirkiyê re diçin Ewropayê û tundrew bi wî awayî nêzî sînorên welatên ewropî dibin.
Şah Abdullah li ser krîza Libyayê jî da xuyakirin ku bi hezaran şervanên li Sûriyê bi ser Tirkiyê re diçin Libyayê û dê ev jî ji bo Ewropayê bibe pirsgirêkek.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin