PeyamaKurd- Li Hindistanê li herêma Keşmîrê êrîşeka bombeyî birin ser konvoya paramîlîsan û di encamê de 18 leşker mirin. Li gor ragihandin BBC yê konvoya ku diçû bajarê Srinagarê, bû hedefa êrîşê û 18 leşker mirin.
Rêvebirê asayîşê Munîr Ahmed Xan ragihand ku dema konvoy giha navçeya Pampore, bi erebeyeka tije bombe êrîş kirin ser konvoyê û ji bilî 18 leşkeran 35 leşker jî birîndar bûn. Xan got ku di êrîşê de otobus bi temamî îmha bûye û 5 erebeyên din jî xesar dîne.
Piştî êrîşê, leşker û polîs hatine sewqkirin bo herêmê û birîndaran birine nexweşxaneyan. Di konvoyê de li dora 70 erebe hebûne. Bi sedema birîndar hene dibe ku jimara miriyan zêde bibe.
Li gor ragihandina medyayê Ceyş-î Muhammed (Leşkerên Muhammed) bûyerê girtiye aliyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin