Ji ber barîna berfa zedê dibistan ketin betlanê

Ji ber barîna berfa zedê dibistan ketin betlanê

PeyamaKurd - Li Bakûrê Kurdistan Eleşkirt û Hamura navçeyên Agiriyê ji ber barîna berfê û hewaya sar dibistan  ketin betlanê. 

Li gor agahiyên ku hatin hildan li navçeya Eleşkirtê û gunden wê ji ber berf, serma û hewaya sar li dibistnan  perwerde îro nayê dayîn.

Li navçeya Hamurê jî ji ber barîna berfê rêyên hin gundan hatin girtin. Ji ber vê li gundên Hamurê ên ku xwendekarên wan bi minîbusan dihatin û diçûn jî dibistan ji bo îro hatin tetîlkirin. 

Duh jî li navenda Agiriyê û gunden ser wê jî dibistan  ji bo rojekê ketibûn betlanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin