Ziyaretvanên Xarpêtê (Elazig) giha sed hezaran

Ziyaretvanên Xarpêtê (Elazig) giha sed hezaran

PeyamaKurd- Bajarê bakûrê Kurdistanê piştî bo demkî kete nava lîsta mirata UNESCO yê, her diçe bêhtir bala geştiyaran dikşîne. Dîroka bajêr ji 6 hezar salî derbas dibe û berhemên 13 medeniyetan di nava xwe de dihewîne.

Jimara geştiyarên ku hatine seredana Xarpêtê kirine, li gor demên borî du car zêdetir bûne. Geştiyar yên hemwelatî û biyanî ne. Xwarinên herêmî yên Xarpêtê jî bala geştiyaran dikşîne.

Jimara geştiyaran di nava 6 mehên dawiyê de gihaye 400 hezarî. Gelek ciyên xwezayî û dîrokî li bajêr û der û dora bajêre hene. Gola Hezarê, Çiyayê Hezarê ku di zivistanê de xwe li ser berfê dişemitînin, Bendava Kebanê, şelaleya Çirçirê gelek geştiyaran bi bal xwe de kişandin û li gor berê jimara wan bû du carî.

Xarpêta kevin bi hemû berhemên xwe yên dîrokî ve, bi taybetî Kela Xarpêtê di van çend salên dawiyê de, ji aliyê wezareta rewienbirî de hatiye nûkirin, balê dikşîne ser xwe. Kela Palo yê û berhemên din re, her yek bi serê xwe serwetek e.

Geştiyar bi hatina xwe aboriya bajêr geş dikin û ji bajêr re pere dihêlin. Niha yek ji debara bajêr jî bûye hatina geştiyaran ku dê hêj bêhitr bajêr geş bike.

Otêlên bajêr, ajotvan, çayxane, xwaringeh, seyrangeh û motêlên bajêr hemû ji vê geştê razîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin