PeyamaKurd - Termê Engin Erogluyê ku 15ê Hezîranê li gundê Yaylagun a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê otobûsê lêdabû û ji wê rojê ve di encama lêgerînan de nehatibû dîtin, îro hat dîtin.
Li gundê Yaylagunu yê girêdayî navçeya Pulur a Dersimê Engîn Eroglu (28 salî) ku pezê xwe diçêrand, piştî otobûsê lêdabû winda bûbû û ji wê rojê heta îro li Çemê Munzurê xebatên lêgerîna wî berdewam dikirin.
Munzur Nehri kıyısında yapılan aramalar neticesinde Engin Eroğlu’nun cansız bedeni, düştüğü yerden 8 kilometre aşağıda Torunoba mevkiinde bulundu. Ekipler tarafından sudan çıkartılan Engin'in cesedi otopsi yapılmak üzere Dersim Devlet Hastanesi morguna götürüldü. pic.twitter.com/r62rucZghk
— Türkan Güneri (@guneri_turkan) July 3, 2019
Termê Engin Eroglu ku 19 roj in winda bû, ji aliyê tîma Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatan a Serowezîriyê (AFAD) ve hat dîtin.
Hat ragihandin ku tîma AFADê cenazeyê Eroglu 8 kîlometre dûrî cihê bûyerê li nêzîkî herêma Torunobayê dîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin