PeyamaKurd - Hat ragihnadin ku li bakurê Sûriye li bajarê Îdlibê seyara bombekirî hate teqandin û li gor zanyariyên pêşî herî kêm 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Navenda Parastina Sivîl a Îdlibê Mûstafa Hac Yusif ragihand ku: “Li navenda bajêr li nêzîkî nexweşxaneyekê seyarake bombekirî hat teqandin û di encamê de 7 kesan
jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn."
Mûstafa Hac Yusif wiha agahî dan: "Li gor zanyariyên pêşî 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûne."
Kesên ku di bûyerê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên derûdorê.
Di encama teqînê de bîna û wesayitên derûdorê zerar dîtîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin