PeyamaKurd – PKKê li devera Çomanê ciwanekî Kurd revand.
Li gor çavkaniyên xwecihî, do êvarî, gerîlayên PKK li navçeya Qesirê ya ser bi Çomanê ve ciwanekî Kurd revandine.
Hat zanîn ev ciwanê Kurd ku temenê wî 28 sal e, dema bi hevalên xwe ji bo lîstika fitbolê çûye gundê Zergelê ya li quntarên Qendîlê, ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û dest jî li ser tirêmbêla wî hatiye danîn.
Herwiha heta niha sedema vê revandinê nayê zanîn û çarenivîsa wî ciwanê han jî ne diyar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin