PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li gundê Qîbarê yê herêma Efrînê, ciwanek ji aliyê malbateke biyanî ya ji Idlibê ve hat revandin û çend saetan îşkenceyeke giran lê hat kirin.
Li gorî agahiyên gundiyan, ev revandin piştî parvekirina hin nûçe û agahiyên derbarê desteserkirina mal û milkên niştecihên resen li ser medyaya civakî rû daye.
Gundiyan tekez kir ku tu têkiliya vî ciwanî bi belavkirina wan agahiyan re tune bûye. Hat eşkerekirin ku kesek ji wê malbata bi navê "Nehlê", endamê hêzên ewlekariya hundirîn a Hikumeta Demkî ye û ev rewş bûye sedema hêrseke mezin di nava xelkê herêmê de.
Herwiha hate diyarkirin ku li gundê Qîbarê niha 4 malbatên ji Idlibê dest danîne ser 4 malên gundiyan û tevî hemû giliyan jî ji malan dernakevin. Li gorî zanyariyan yek ji wan kesan ji bo vegerandina malê destpêkê 650 dolar daxwaz dikir, lê piştî giliyê fermî ev miqdar derxistiye 3 hezar dolaran.