Erdogan di Civata Gistî ya NY de bangewazîya PKK û YPGê li hêzên navdewletî kir

Erdogan di Civata Gistî ya NY de bangewazîya PKK û YPGê li hêzên navdewletî kir

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 20ê Îlonê li NewYorkê di 77emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkeş kir û tê de li ser mijara Rojavayê Kurdistanê, bangewazî kir ku piştevaniya PKK/YPGê nekin û dest ji alîkariya çekan berdin.

Erdogan derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de got: “Çareseriya krîza Sûriyê di çarçoveya biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û daxwaza welatiyan de girîng e. Berdewamiya krîzê, ewlekariya navçeyê û yekparçeyiya axa Sûriyê dixe metirsiyê.”

Erdogan got: “PKK û rêxistinên girêdayî wê, êrîşî welatê me, hêzên ewlekarî û sivîlan dike, bi rojeva cudahîxwazî gef li yekparçeyiya axa Sûriyê dixwe ku em li hember wan, bêhelwest namînin. Ewên bi guhertina navan dixwazin ev rêxistina terorê rewa bikin, divê gavek zûtir dest ji biçekkirin û piştgirîya wan berdin û ji şaşiyê vegerin. Em li hember terorê her cure bergiriye pêş dixin û berdewam dibin.”

Erdogan li ser operasyonên dijî PKKê yên li nav sînorên Herêma Kurdistanê jî bêyî navê Herêma Kurdistanê bilêv bike got: “Em li ser navê nasnameya Iraqî, yekîtiya siyasî û lihevhatinê dixwazin. Li Iraqê pêşxistina îstiqrar û astengkirina destwerdanên rêxistinên terorê tenê bi vî awayî dibe. Li aliyê din, em nahêlin rêxistinên terorê ku rewşa Iraqê ya xirab bikar tînin, welatê me bikin armanc.”

Di dewamê de jî Erdogan diyar kir: “Hê berê jî min gotibû, eger em cudahî nexin navbera rêxistinen terorê û bi awayekî çalak têbikoşin, em dikarin hember rêxistinên terorê bi ser bikevin. Di bin kîjan navî de be, şerê dijî hemû rêxistinên terorê bi salane em didomînin. Em ji hevpeyman û dostên xwe di vê mijarê de hevkariyeke jidil dixwazin. Şûna rêxistinên terorê û rejîmên sitemkar, divê bi welatê me re hevkariyê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin