PeyamaKurd- Serokwezîrê Hikûmeta Lihevhatina Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd ed-Dibeybe ragihand ku ji nû ve destpêkirina pevçûnên li Lîbyayê nayê qebûlkirin û hişyar kir ku welatê wî nikare gavên bêberpirsiyar bihavêje.
Abdulhamîd ed-Dibeybe, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re li ser hevdîtina xwe ya bi hin şaredar û kesayetên navdar ên paytext Trablusê agahî dan.
Dibeybe diyar kir ku ji nû ve destpêkirina pevçûnan li Lîbyayê nayê qebûlkirin û got ku Lîbya nikare gavên bêberpirsiyar bihavêje û tekezî li ser girîngiya hevkarîkirina hemû yekîneyên ewlehiyê ji bo berdewamiya ewlehî û aramiyê kir.
Her wiha da zanîn ku di civînê de hatiye destnîşankirin ku divê hewil bê dayîn ku xebatên civakî û ewlekarî bên yekkirin, rengvedana nakokiyên berê ji holê rabin û nakokiyên bi vî rengî bêyî cudahiya alî û sedemên wan rû nedin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin