Wezîrê Tirkiyeyê: 928 gumanbar hatin desteserkirin!

Wezîrê Tirkiyeyê: 928 gumanbar hatin desteserkirin!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, di derbarê operasyonên li ser çek û qaçaxvaniyê hatine kirin, dane parve kirin.

Alî Yerlîkaya ragihand ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehan û Gerînendehiya Polîsan a Parêzgehan ve li 64 parêzgehan, li dijî kesên çek û qaçaxvanên çekan ên bê ruxset hilgirtine "Operasyonên Qaçaxvaniyê" hatin kirin.

Hat diyarkirin ku di encama operasyonê de 744 guleyên bê ruxset, 24 tivingên lûle-dirêj û 74 tifingên nêçîrê yên bê ruxset hatin bidestxistin, 928 şikbar jî hatin desteserkirin.

Yerlîkaya li ser hûrgiliyên van operasyona got ku

“Li Stenbolê 179 gule û 4 tivingên lûle-dirêj hatin bidestxistin. 237 gumanbar hatin desteserkirin. Li Edeneyê 107 gule û 2 tivingên lûle-dirêj hatin bidestxistin. 73 şikbar hatin desteserkirin. Li Edîrneyê 50 gule û 4 tivingên lûle-dirêj hatin bidestxistin. Gumanbarekî qaçaxvaniya çekan hat desteserkirin. 

Li Îzmîrê 45 gule û 2 tivingên lûle-dirêj hatin bidestxistin. 65 kesên bi guman hatin desteserkirin. Li Mêrsînê 30 gule û 1 tivingeke lûle-dirêj hatin bidestxistin. 35 kesên bi guman hatin desteserkirin.

Li Rihayê 29 gule hatin bidestxistin. 35 kesên bi guman hatin desteserkirin. Li Diyarbekirê 25 gule û tivingeke lûle-dirêj hatin bidestxistin. 29 kesên gumanbar hatin desteserkirin. Li Enqereyê 21 gule û tivingeke lûle-dirêj hatin bidestxistin. 32 kesên bi guman hatin desteserkirin."

Alî Yerlikaya, vê sibehê di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku saet ji 08:30an û bi vir ve li tevahiya Tirkiyeyê 466 operasyon hatin kirin û got,

“Di çarçoveya operasyona "Leheng" a ku li Mêrsîn, Wan, Riha, Mêrdîn û Aydinê hatin kirin de 12 şikbar hatin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin