PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayişa Rojavayê Kurdistanê, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, 28 endamên DAIŞê di nav 20 rojên borî de girtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji destpêka vê mehê ve, gelek operasyon li gundên Heseke, Reqa û Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê kirine.
SOHRê eşkere kir, di van operasyonan de 28 endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatin girtin.
Li gorî SOHRê operasyon bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye, şaneyên DAIŞê gelek caran êrîşan dikin, kemînan datînin û mîn û bombeyan vedidin ku dibin sedema kuştin û birîndarkirina sivîl û şervanên HSD û asayişê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin