PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Gujaratê li Kendava Kûçê ku yek ji rêyekî bazirganiya petrolê ye, do siet li dora 21.30 an de 2 keştiyên barhilgir lihev ketin.
Wezareta bergiriyê ya Hindistanê ragihand ku di qezayê de mirin û birîndarî tineye lê li deverê helikopter, keştiya dewriyê û keştiya gemarê paqij dike, amade ne da wexta petrol ji keştiyan here nav behrê, ji bo mudaxele bikin. Her dû keştiyên lihev ketine, keştiyên Aviator û Ancient Grace in.
Dibe ku qeza ji seyra şaş ya keştiyan an ji seyra yek ji wan çêbûbe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin