PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê li seranserê herêmên jêr kontrola xwe qedexeya sînordarkirî ya derketina derve ragihand.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser qedexe sibe dest pê dike û heta 20ê Kanûnê wê berdewam bike.
Wê dema qedexeyê bazarên mezin, bazarên În û Yekşemê û yên wekî wan di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û sewzeyan heta saet 16:00an vekirî bin.
Herwiha wê hemû dibistan û zanîngeh vekirî bin, lê divê tedbîrên tendurûstiyê bêne standin.
Di çarçoveya qedexeyê de; hemû civînên giştî, holên şahiyan, konên şînê û kongre qedexe ne û her kesê binpê bike jî wê bê cezakirin.
Li Rojavayê Kurdistanê herî dawî 5ê Kanûnê hatiye ragihandin ku 115 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesan jî can daye. Hejmara pêketinan bi giştî gihîştiye 7 hezar û 179 kesan û heta niha 200 kes jî bi wê nexweşiyê wefat kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin