PeyamaKurd - Servet Tutrgut ê li gel Osman Şiban navçeya Şaxê ya Wana Bakurê Kurdistanê ji helîkoptêrê hatin avêtin, îro can da.
Servet Tutrgut ê li nexweşxaneyê 20 roj in dihat tedawîkirin, îro Çarşemê 30ê Îlona 2020an can da.
Osman Şiban ê temen 50 salî yê bavê 8 zarokan û Servet Turgut ê 55 salî ku bavê 7 zarokan e, roja 11ê Îlona 2020ê di operasyoneke serbazî ya dijî gerîlayên PKKê de li Şaxa Wanê hatibûn girtin. Piştî 2 rojan di derbarê wan de tu agahî nehat bidestxistin. Pişt re derket holê ku li Nexweşxaneya Perwerdê ya Wanê bo tedawiyê hatine razandin.
Osman Şiban ji nexweşxaneyê hatibû derxistin, lê piştre bo nexweşxaneyeke serbazî hat veguhestin û heman rojê bo bajarê Mêrsînê hat şandin ku malbata wî li wir e. Servet Turgut jî di beşa lênerîna awarte de tedawî werdigirt.
Li gor raporta pizîşkî ku di derbarê rewşa tendirûstî ya wan her du welatiyên Kurd de, roja bûyerê piştî ji helîkopterê ketine xwarê û birîndar bûne, ew her du hemwelatî bêhiş bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Li nexweşxaneyê pişkinîna pêwîst bo wan hatiye kirin û di beşa lênerîna awarte de hatine razandin.
Heta niha derbarê wê bûyerê de ti kes nehatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin