Efrîn | Di sala 2023yan de 435 kes hatin revandin

Efrîn | Di sala 2023yan de 435 kes hatin revandin

PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Tawanan a Efrîn-Sûriyê, amarên revandina xelkê ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê çekdarên Artêşa Wetenî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, di çend rojên dawî de li herêmên cuda yên Efrînê 6 welatî revandine. 

Navendê diyar kiriye, çekdar piranî bi ser malan de digirin, deriyên malan dişikînin, lêgerînê dikin, diziyê dikin û welatiyan direvînin.

Navenda Belgekirina Tawanan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir, ji destpêka sala 2023yan heta niha, li Efrînê 435 kes hatine revandin ku di nav wan de zarok û 180 kesên nexweş jî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin