PeyamaKurd – Boykota berhemên Tirkiyê ku piştî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê di nav xelkê Başûrê Kurdistanê de dest pê kiriye, her diçe belav dibe.
Tê ragihandin ku piştî boykotê rêjeya berhemên Tirkiyê ku diçin Kurdistanê kêm bûye.
Serokê Yekîtiya Hinarde û Hawirdekirinê Mustafa Şêx Abdurrahman ragihand ku banga boykota berhemên tirk li Kurdistanê deng vedaye û vê jî bandor li kêmbûna rêja kelûpelên tirk ên têne Kurdistanê kiriye.
Abdurrahman got ku bi boykota berhemên tirk re rêje daketiye, lê dawiya salê wê asta kêmbûna hatina berhemên Tirkiyê diyar bibe.
Li gorî Mustafa Şêx Abdurrahman bazirgan ji 5 heta 10 welatan berheman û kelûpelan tînin Kurdistanê ku alternatîfên Tirkiyê ne ku heta ji welatên ewropî jî berheman hawirde dikin.
Berhemên ku ji Tirkiyê tên Kurdistan û Iraqê di bazirganiyê xwedî rêjeyeke gelekî zêde ne ku tenê di 9 mehên sala 2019an de, bazirganiya navbera Tirkiye-Iraqê gihîştiye11 milyar dolaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin