PeyamaKurd – Paraşûtên alîkariyê yên ji bo Xezayê xwarinê dibirin, dema ji hewa de avêtin jêr, gelek ji wan paraşûtan venebûn û kesên li jêr li benda paketên alîkariyê bûn, paket ketin ser wan. Di ketina paketan de gelek kes di bin wan de mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê yekîneya parastina sîvîl yê Xezzayê Mahmud Basal di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got ku paraşûtên ji balafiran avêtin jêr û di wan de paketên xwarinê hebûn, venebûne.
Basal, negot bê paraşûtên ku venebûne ji balafirên kîjan welatê hatin avêtin û rêjeya mirî û birîndaran jî neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin