PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wan Îsraîl wek welatê ku li herêmên pevçûnan zirarê dide zarokan xiste lîsteya reş.
Medyaya Îsraîlî ji zarê Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan ragihand ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê biryara ku Îsraîl têxe lîsteya reş a welatên ku ziyanê digihînin zarokan li herêmên şer, Îsraîlê agahdar kiriye.
Erdan da zanîn ku Guterres derbarê biryara fermî de agahî daye wî û ev biryar ji ber zerara ku di şerê Xezzeyê de li zarokan hatiye dayîn hatiye girtin. Erdan ev biryar wek "şermezarî" bi nav kir, li gorî ku Şerq el-Ewset ji Ajansa Nûçeyan a Cîhana Erebî ragihand.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de wiha got: "Îro Neteweyên Yekbûyî bi alîgirên Hamasê re ket nava lîsteya reş a dîrokê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin