PeyamaKurd – Serokê berê û namzedê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê Donald Trump, piştî vekişîna Joe Biden ji namzediya seroktiyê îro daxuniyeke din da û got, “Îro rojeke nû ye û nayê bîra Joe Biden ku ji pêşbirkê vekişiya ye”.
Di demeke ku karvedana vekişîna Joe Biden ê Demokrat ji namzediya hilbijartinên meha Mijdarê yên seroktiyê berdewam dike de, Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got:
“Îro rojeke nû ye û nayê bîra Joe Biden ku ji pêşbirkê vekişiya ye. Daxwaziya bernameya kampanyayê dike. Civînên ku ligel Serokê Çînê Xi Jinpind û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn yên destpêkirina şerê sêyem ê cîhanê organîze dike. Biden, tuj e, bi biryar e, bi hêrs û amade ye biçe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin