PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di hêrişa artêşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 7 endamên Hizbullaha Lubnanê hatine kuştin.
Daxuyaniya kuştina 7 endamên Hizbulahê ji aliyê vê rêxistinê ve hat. Hizbullahê ragihand ku li başûrê Libnanê di pevçûna di navbera hêzên wan û yên artêşa Îsraîlê de 7 endamên wên hatine kuştin.
Di daxuyaniyeke din de jî Hizbulahê ragihand ku endamekî wan ê bi navê Elî Mihemed Bakka yê 30 salî jî li pevçûnên bajarê Sayda yê Lubnanê hatiye kuştin.
Ji 8ê Kanûna 2023yan ve di şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîl û Hizbulahê de herî kêm 262 endamên Hizbulahê hatine kuştin.
Herwiha di şer û peçûnan de 53 sivîlên Lubnanî, 14 endamên Tevegera Emelê, 13 endamên Hemasê, 12 endamên Cîhada Îslamê jî hatine kuştin.
Li aliyê din 7 sivîlên Îsraîlî û 11 leşkerên Îsraîlê jî hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin