PeyamaKurd – Li navçeya Somaya Manîsayê bi hêza 4,8an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, di saet 01.36an da erdhejeke bi lerza 4,8an pêk hat ku navenda wê navçeya Somaya Manîsayê bû.
Hat diyarkirin ku erdhej 10,24 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Erdhej li navçeyên Manîsayê û li parêzgehên derdorê bi taybet li Îzmîrê hat hîskirin.
Di erdhejê de li navçeya Savaştepe ya Balikesîrê kesekî ku xwe ji eywanê avêtibû, sivik birîndar bû.
Piştî erdhejê 4 erdhej hatin tomarkirin.
Parêzgarê Manîsayê Enver Unlu di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku derbarê erdhejê de ti rewşeke neyînî nehatiye ragihandin.
Unlu di daxuyaniya xwe de ev tişt bi kar anî:
“Di erdheja ku di saet 01.36an de li Taxa Soma Buyukişiklarê bi lerza 4,8an pêk hat de ti bandorên neyînî nehatine ragihandin. Li qadê ji aliyê tîmên me ve kontrolên pêwîst tên kirin. Derbasî be."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin