PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi cîgirê wezîrê xezînê yê Amerîkayê bi Marshall Billingslea re bi rêya telefonê axifî. Marshall Billingslea berpirsê têkoşîna li dijî finansa terorê ye. Ragihandina nûçeyê ji aliyê Mesrûr Barzanî de, di ser hesabê xwe yê twitterê de kir.
Pêşdebirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê yek ji mijara axaftina Barzanî û Billingslea bû. Di axaftinê de tedbîrên li dijî koronavîrusê yên li Kurdistanê û çawahiya ku Amerîka destekê bide vê mijarê û divê mekanîzmayeka çawa bê danîn, mijareka axaftina her dû aliyan bû.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bo Marshall Billingslea behsa dewama reformên herêma Kurdistanê ya di bernameya hukumeta 9 emîn de kir û xwest ku karsazên Amerîkayê bêhtir li herêma Kurdistanê karsaziyên xwe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin