PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi siyasetmedar û karsazê Îngîltere bi Lord Michael Ashcroft re hevdînekî kir û li ser rewşa Kurdistanê û herêmê dan û sitendinên ramanî kirin.
Baregeha serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê îro (28 Elûn 2026) ragihand ku Barzanî karsaz û siyasetmedarê Îngîlîz Lord Michael Ashcroft qebûl kiriye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku serokê şerefê yê Yekîtiya Demokratên Navdewletî Lord Ashcroft gotiye ku ew gelek raziye seredana Herêma Kurdistanê kiriye, armanca seredana wî ji bo baştir têkoşîna xelkê Kurdistanê û fîdakariya wan nas bike ye.
Di hevdîtinê de li ser rewşa Kurdistanê û rewşa giştî ya herêmê axifîne.