PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Mijdarê pêşwazî li şanda Fraksiyona Soyana ya li Encûmena Nûnerên Îraqê kir ku ji serokê fraksiyonê Keldo Remzî û endamên parlamentoyê Samî Oşane û Îmad Yoxenna pêk dihat.
Di hevdîtinê de guhertin û geşedanên dawî yên siyasî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan bi taybetî pêkhateya xiristiyan hatin nirxandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên destûrî yên xiristiyanan û kûrbûna çanda pêkvejiyana aştiyane dubare kir.
Her wiha di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran û hikûmeta federal de ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan hat kirin.