PeyamaKurd – Rêxistina Hevkariya Îslamî û endamên Yekîtiya Ereb di nav xwe de ‘grûba temasê ya Xezzayê’ danîbûn û di wê çarçovê de, dê sibê herin Amerîkayê. Di nava wan de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan jî heye.
Fidan û grûba Xezzayê wê li Washingtonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Bliken re hevdîtin bikin. Di hevdîtinê de wê li ser rawestandina şerê navbera Îsraîlê û Hamasê, aştiya mayînde û rewşa Xezzayê ya dawiyê gotûbêj bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin