PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî di derbarê biryara vekirina buroyên ENKSê li Kurdistana Sûriyê, bi awayeka erênî nirxand. Kobanî ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir û weha got:
“ Biryara birayên ENKSê ya ji nûve vekirina buroyên xwe li Rojava, gavekî girînge û di çarçoveya gavên avakirina baweriyan de ye. Em li vê gavê silav dikin û diyar dikin ku em ê tevahî kedê bidin da ku nêrînên her dû aliyan nêzî hev bikin û yekitiya Kurdî ava bikin, ku li gorî wê her aliyek berpirsyartiyên dikeve ser milê wî, bicîh bîne û bi awayekî çalak çareseriyekî adilane ji bo doza Kurdî ya li Sûriyê bibîne."
Kobanî di dewama beyana xwe de dibêje ku bo nêzîkkirina her dû aliyan wê însiyatîvek bê avakirin û ev însiyatîv ji aliyê gelek partî û terefan de maqûl hatiye dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin