Di êrîsa Trablûsê de 30 kes hatin kustin, Tirkiyê sermezar kir

Di êrîsa Trablûsê de 30 kes hatin kustin, Tirkiyê sermezar kir

PeyamaKurd – Di encama êrîşa şeva borî ya ser dibistaneke leşkerî ya Trablûsê de ku ji aliyê hêzên Hafter ve hatibû kirin, 30 kesan can da.

Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafiran a hêzên Artêşa Netewî ya Libyayê de, hejmara kuştiyan gihîştiye 30 kesan û 33 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Hafter bi taybet piştî rêkeftina hikûmeta Wîfaq a Libyayê bi Tirkiyê re dest bi hicûmê kirine ku êrîşên ser Trablûsê zêdetir bûne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê êrîşa dibistana leşkerî ku tê texmînkirin mamosteyên Tirk jî tê de bûn, şermezar kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin