PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li herêma Kogiyê lehî ket zîndanekî û dîwarê zîndanê zerarê dît û 228 mehkûm firar kirin. Fermandarê hêzên deryayê yên eyaleta Kogiyê Omodara bo çapemeniyê ragihand ku bi sedema barana zêde, lehî rabûye û dîwarê zîndana ku 500 mehkûm tê de bûn zerarê dît.
Omodara ragihand ku firariyên zîndanê hinek wezîfedarên zîndanê derb kirine lê hinek ji wan ji aliyê mirovên wan de hatine girtin û wan teslîmê polis kirine. Omodara got ku hêzên asayîşê sewqê herêmê kirine û li firaran digerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin