PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku her kî bixwaze ji Rûsyayê sîlihan bikire, Amerîka zorê dide ser wan da ji Rûsyayê sîlihan nekirin û ev dikare bi xwe re xumamî û rîska pevçûnê bîne.
Lavrov ragihand ku hukumraniya Rûsyayê bi temamî têparastin û dê her dewam bike. Lavrov got Amerîka di mijara çekan de, li welatên weka Tirkiye, Hindistan û Endonezyayê tade dike û weha dewam kir:
“ Welatên ku dixwazin ji Rûsyayê sîlihan bikirin, naxwazin ku mafên wan yên biryardayînê bibe mijara tehdîd û Ultumatoman. Lê Amerîka bi aşkerayî zorê dide ser wan da ji peymanan vekişin. Di demeka ku em derbasî pergaleka piralî, demokratîktir û adilane dibin de; aliyên ku desthilata wan kêm dibe, diberxwe didin û ev jî mecbûriye. Di vê pêvajoyê de, dê rola Neyeweyên Hevgirtî bêhtir girîngtir bibe.”
Lavrov got ku teklîfa Rûs û Çînê ya bo qedexekirina bikaranîna çekan di fezayê de ji aliyê Amerîka de hatiye redkirin û weha dewam kir:
“ Li fezayê qaîde tineye û Amerîka dixwaze vê bêqaîdetiyê di vê sehayê de biparêze.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin